Jinên Kurd yên li bajarê Marsîlyaya Fransayê jiyan dikin dosyayekî têkildarî çalakiya birçîbûnê pêşkêşî Partiya Sosyalîst ya li ser desthilatdariyê kirin û xwest li hemberî çalakiya birçîbûnê bêdeng nemînin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, li bajarê Marsîlya ya Fransayê ku her roj ji bo piştgiriya biçalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên Tirk dane destpêkirin çalakî tên kirin, jinên Kurd li ber buroya Partiya Sosyalîst ya di desthilatdariyê de çalakî pêkanîn. Di çalakiya ku zêdetirî 50 jinan pêkanî, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên di çalakiya birçîbûnê de slogan hatin avêtin.
Di dema çalakiyê de li ser navê jinan heyetek bi rayedarên Partiya Sosyalîst re hevdîtin pêkanîn û têkildarî çalakiya birçîbûnê dosya pêşkêş kirin. Jinan ji Partiya Sosyalîst xwest ku li hemberî çalakiya birçîbûnê bêdeng nemînin û ji bo daxwazên çalakvana bê qebûl kirin û pêşî li mirinan bê girtin bikevin nava tevgerê. Rayedarên partiyê ragihand ku, têkildarî çalakiya birçîbûnê dê di 2 rojên pêş me de daxuyaniyekê bidin.
Piştî hevdîtinan jinan çalakiya xwe bi slogan bidawî kirin.
Di vê navberê de li Marsîlyayê ciwanên Kurd di çarçoveya kampanya Navnetewî ya Ji Ocalan re Azadî stand hate danîn û îmze hatin komkirin.