Şaşitiyek di gilînameya li ser Komkujiya Pirsûsê hate kirin bû sedem, ku pirsên li ser rê û rêbaza amadekirina dosyaya ku ev 18 meh in biryara nepenîtiyê li ser e, bên rojevê. Di gilînameyê de, ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hate amadekirin, şervanê YPG'ê Aydin Şen (Herdem Çirav) ê li bajarokê Sirrîn ê Kobanê roja 15'ê Tîrmehê di şerê dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, weke yek ji mirovên di Komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an de jiyana xwe ji dest daye, hate nîşandan.
Di êrîşa bombeyî ya xwekujê DAIŞ'ê Şeyh Abdurrahman Alagoz de, tevî ku 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, Şen ê roja 22'ê Tîrmehê li Sêrtê hate veşartin, weke kesê 34. ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, di gilînameyê de hate nivîsandin. Ev yek, li ser cidiyeta lêpirsîna dozê, rê li ber fikaran vedike. Di dozê de yek jê girtî, 2 jê fîrarî sê bersûc tên darizandin û rûniştina destpêkê piştı 21 mehan îro tê dîtin.