Li Îzmîrê komeleyên bi OHAL'ê re hatin girtin mohr kirin

Li Îzmîrê komelêyên ku di çarçoveya OHAL'ê de hatin girtin, hatin mohrkirinkirin.

Li Îzmîrê 370 komeleyên ku di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin şaxên wan tên mohrkirin. Ewil li navçeya Konakê polîsan bi ser avahiya TUHAD-FED'ê de girtin. Piştî lêgerîna li avahiyê polîsan kompitur û belgeyên komeleyê desteser kirin, piştre jî deriyê komeleyê mohr kirin.

HEMÛ BELGEYÊN YAK-DER'Ê HATIN DESTESERKIRIN

Li Semta Çankayayê polîsan bi ser Komeleya Kesên ku Xizmên Xwe Winda Kirine (YAK-DER) de girtin. Piştî lêkolînan hemû belgeyên komeleyê hatin desteserkirin, piştre jî hate gotin ku komela ji bo 3 mehan hatiye girtin.

NÇM A ÎZMÎRÊ HAT MOHRKIRIN

Li Semta Basmaneyê polîsan piştî ku li avahiya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) lêgerîn kirin deriyê navendê mohr kirin. Di dema lêgerînê de ji ber helwesta êrîşkar a polîsan de di navbera xebatkarên NÇM'ê û polîsan de nîqaş derket. Hemû belgeyên komeleyê hatin desteserkirin.

BIRYARA GIRTINÊ BI TELEFONÊ RAGIHANDIN

Polîsan bi telefonê li  Federasyona Mafên Demokratîk (DHF) a Îzmîrê geriyan û ji rêveberan xwestin ku navnîşanê diyar bikin, wê di saetên pêş de biçin û komeleyê mohr bikin. Rêveberiya komeleyê jî li ser çapemeniya civakî bangawazî kirin û xwestin hemû raya giştî ya demokratîk piştgiriyê bidin.

DERSXANEYÊN ŞAREDARIYÊ HATIN GIRTIN

Dersxaneyên ku li Îzmîrê ji bo xwendekarên rewşa aboriya malbatên wan ne baş in ji aliyê 7 şaredariyan ve ji bo amadekariya azmunên zanîngehê hatine vekirin jî di çarçoveya OHAL'ê de hatin girtin.  Li bendê ye ku dersxaneyên li Bornova, Karşiyaka, Bayrakli, Gazîemîr, Karabaglar, Çiglî û Bucayê dersxaneyên şaredariyan bên mohrkirin.

PIŞTÎ 3 MEHAN WÊ CAREKE DIN BÊN LÊKOLÎNKIRIN

HAte hînbûn ku komeleyên hatine girtin ji bo 3 mehan hatine girtin, piştî 3 mehan dê çarçoveya KHK'ê de ji aliyê Walîtiya Îzmîrê ve careke din bê lêkolînkirin û biryara dawî bê dayîn. Li aliyê din di dema serdegirtinan de midûrên şaxa Têkoşîna bi Terorê re, polîs, polîsên tevgera taybet û polîsên şaxa aboriyê jî çûne avahiyên komeleyan.