Li Îtalyayê ji bo HDP’ê çalakî û hewldan

Li Floransaya Îtalyayê li dijî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê çalakî hat lidarxistin.

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê sepanînên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û HDP’ê hat protestokirin. Kurd û Îtalyan ên ku li ber avahiya Walîtiyê kom bûn, li dijî girtina hevserok û wekîlên HDP’î nerazîbûn nîşan dan.

Heyetek ji endamên Heyva Sor a Kurd (Mezza Luna Rossa di Livorno), Komaleya Çanda Kurd û Dayikên Şehîdan, di çarçoveya çalakiyê de çûn serdana Serokê Konseya Kar a Toscana û Komîsyona Siyasî ya Ewropayê Tommaso Fattorî. Di hevdîtinê de rexneyên li ser bêdengiya Ewropayê hatin ragiahndin. Fattorî jî got di ferqa cîdîbûna rewşê de ne, bûyer wek “şerm” bi nav kir, diyar kir ku li ser navê Şaredariya Toscana wê piştevaniyê bikin.

...