Li Hollywodê li ber avahiya CNN’ê greva birçîbûnê

Li Hollywodê li ber avahiya CNN’ê greva birçîbûnê

Kurdên li bajarê Kalîforniya ya eyaleta Los Angelesê dijîn li ber avahiya CNN ya li Hollywoodê greva birçîbûnê pêk anîn. Çalakiya greva birçîgûnê ya du kesan du rojan berdewam kir.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger ya girtiyên Kurd ji 12ê hatiye destpêkirin ket roja 65emîn. Kurd li her derê çalakiyên li dar xistin.

Kongreya Kurdan a Bakûrê Amerîkayê li ber avahiya CNN a li Hollywoodê çalakiye greva birçîbûnê li dar xistin. Greva birçîbûnê ya 12-14 mijdarê ji aliyê gelek welatiyên Kurd û Amerîkayiyan ve hate ziyaretkirin û piştgirî dan.

Kurdistaniyan bi bultenên di destê xwe de bala raya giştî û çapemeniya Amarîkayî kişand ser xwe. Çalakgeran dirûşimên “Freedom for Ocalan (Ji Ocalan re Azadî), “Terorîst Erdogan”, “10000 Kurdish on hunger Strike” ( 10000 Kurd di greva birçîbûnê de n” qêriyan. Di çalakiyê de ji hukûmeta Tirk hate xwestin ku ji bo çareseriyê serî li rêyên aşitiyane bidin.