Li Hamburgê şeva piştgiriya bi Şoreşa Rojava re

Li Hamburgê şeva piştgiriya bi Şoreşa Rojava re

Li bajarê Almanya Hamburgê bi beşdariya Hevseroka PYDê Asya Ebdullah bi armanca piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şevbêrkek hate lidarxistin.

Roja şemiyê 17ê mijdarê an li bajarê Hamburg bi beşdariya hezaran kurd û dostên kurdan bi coşeke mezin şeva biştgiriya bi şoreşa rojava re hat li darxistin. Di şevê de Hevseroka PYDê Asya Ebdulah jî tevlî bû û bal kişand ser rewşa kurdên Rojava û êrîş û planên li ser Rojavê Kurdistan û destkeftiyên kurdan li Rojava.

Her wiha jî komîteya amadekar bernameyeke dewlemend amade kiribû. Vekirina ahenga piştgiriyê di katjimêr 15:30 hat kirin. Piştî rêzgirtinê Koma Zarokên Aram Tîgran ji Bremenê tevlî şahiyê bû.

Piştî koma mûzîkê peyam û axaftin hatin kirin. Berdevkê Meclîsa Gel a Hamburgê li ser grevên birçîbûnê axaftinek kir.

Her wiha di berdewama şahiyê de her yek ji Hevseroka PYDê Asya Ebdullah û Parlementerê BDPê yê Çewlikê Îdrîs Baluken li ser rewşa Bakûr û Rojavayê Kurdistanê axaftin kirin.

Şahî bi stranên Şarik Apo, Alî Ihsan , Hemê Abûzêd, Koma Silbus û Tarî, Nuarîn, Xemgîn Bîrhat bi dawî bû.