Greva birçîbûnê ya bi armanca piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd li bajarê Swêdê Halmstadê hate destpêkirin ji roja înê ve berdewam dike.
Kurdistaniyan li qada herî qelebalix a bajêr Stora Torgetê kon vedan û bi dirûşima “Daxwazên girtiyan daxwazên me ne” dest bi greva birçîbûnê kirin û dê sê rojan berdewam bike. Kon bi dirûşimên ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemilandin. Her wiha belavok tên belav kirin.
Kurdistanî di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” de îmzeyan berdhev dikin.
Kurd, Tirk, Swêdî û endamên gelên din ên li Halmstadê dijîn bi awayên komên qelebalix tên serdana çalakiya Kurdan.
Hat diyarkirin ku heta dawiya greva birçîbûnê dê kon vekirî bimîne.