Li girtiya bi nexweşiya giran Karaguzel ceza hate birîn

Li girtiya bi nexweşiya giran Mûhlîse Karaguzel careke din ceza hate birîn.

Mûhlîse Karaguzel ku dema Hevseroka HDP'ê ya Mûşê bû hate girtin û niha li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê dîlgirtî ye, tevî ku bi nexweşiya giran e jî 2 sal in nayê berdan. Beriya niha 8 sal û mehek cezayê girtîgehê hatibû birîn, lê niha cezayekî nû lê birîn.

Dadgeha Cezayê Giran a 2'emîn a Mûşê bi hinceta ku tevlî merasîma cenazeyê Kadrî Çelîk ê PKK'î bûye, bi îdîaya "propaganda rêxistnê" 10 meh cezayê girtîgehê li Mûhlîse Karaguzel birîn.