Li Gîresûnê 4 HDP’yî ev 15 roj in di bin çavan de ne
Binçavkirina HDP’yiyên ku di 21’ê Cotmehê ji Erzînganê ji bo li Trabzonê û Gîresûnê hem kar bikin û hem bigerin, dewam dikin.
Binçavkirina HDP’yiyên ku di 21’ê Cotmehê ji Erzînganê ji bo li Trabzonê û Gîresûnê hem kar bikin û hem bigerin, dewam dikin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de 25’ê Cotmehê di serdegirtinê malan de endam û rêveberên HDP’yî hatibûn binçavkirin jî şadin Gîresûnê.
Li gorî çavkaniyên ku ji herêmê hatin girtin, li Gîresûnê 21’ê Cotmehê HDP’yî hatibûn biçavkirin, hê jî binçavkirin wan dewam dikin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de di serdegiritinên li Erzîganê jî kes hatin binçavkirin. Navê kesên ku li Giresûnê hatibûn binçavkirin wina ne: “Endama Desteya Rêveberiya HDP’ê yê bajarê Erzînganê Gulsûm Kaya û endamên din Îsmaîl Kara, Ozgur Hakan Nacar û Remzî Dûrmaz.
Malbatan ji bo sedemê binçavkirinê bizanibin serî li Emniyeta Midûryeta Gîresûnê da, lê bersivên nerênî hatin dayîn.