Li Edeneyê gel daket qadan
Li Edeneyê girtin û êrîşên li dijî gel bi çalakiyên dengderxistinê hat protestokirin.
Li Edeneyê girtin û êrîşên li dijî gel bi çalakiyên dengderxistinê hat protestokirin.
Li Edeneyê bi armanca protestokirina girtina 10 wekîlên HDP’ê û êrîş û zextên AKP’ê çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin. Bi sedan kesên ku li Taxa Daglioglû û Fetlanoka Karasû yên girêdayî Navçeya Seyhanê hatin cem hev, li beroş, teneke û taweyan dan.
Di çalakiyan de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK Gel E, Gel Li Vir E”, “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin” hatin berzkirin. Girseya derket şaneşînan jî bi çepikan piştgirî dan.
Girse li kolanan geriya û gel dawetî çalakiyê kir.