Li Edeneyê 3 kes hatin girtin

Li Edeneyê li gel Hevserokê Berê yê HDP’a Ceyhanê Tahîr Ozdemîr, 3 kes hatin girtin ku yek jê zarok e.

Li Edeneyê 5 kes ku 2 jê zarok in û li Edeneyê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li Emniyetê îro sewqî edliyeyê hatin kirin.

5 kesên ku li dozgeriyê îfade dan, bi îdîayên “endamên rêxistinê ne” û “li ser navê rêxistinê sûc kirine” bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya lêpirsînê hatin kirin.

Hakimtiyê 2 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan, Hevserok Ozdemîr, Mahmût Dogan û zarokê bi navê F.B. bi heman tewanbariyan girtin.