Li Berlînê Eûtelsat hat protestokirin

Biryara qepatkirina televziyonên Kurdî ya ji aliyê Eûtelsatê ve hate girtin, li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate protestokirin

Ji bo protestokirina biryara Eûtelsatê, li pêşiya avahiya navenda kenala ARD'ê ya li Wilhelmestrasse ku kenala dewleta Elmanyayê ye çalakger li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin.

Çalakiya protestoyê ya ku ji aliyê NAV-DEM Berlîn, Meclîsa Jinan a DEST-DAN û PYD Berlînê ve hatî organîzekirin, pankartên ku li ser 'Televziyoan Ronahî dengê şoreşa Rojavaye û destê xwe jê dur bike', 'Çapemeniya azad a Kurd nayê bêdengkirin' û 'Di roja çapemeniya azad de, tiştên ku ji aliyê AKP ya faşîst û Erdoganê dîktator ve tê kirin cihê şermê ye' hatin rakirin.

Rojnamevan Nîck Braûnsê ku ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiyê bûyî wiha got; "Li Tirkiyeyê bi salane çapemeniya Kurd dibin zextên terora dewletê deye. Xebatkarên çapemeniya azad li Başûrê Kurdsitanê tên qetilkirin. Herî dawî di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Rojava de 3'ê xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin. Lê belê di destpêkê de çapemeniya Elman û ya hemû cîhanê lîstika 3'ê meymûnan dilîzin. Neheqiya Eûtelsatê û bi tevayî pêkanînên neheqî yên li ser çapeniya Kurdî protesto dikîn. Em heta dawî bi hevpîşeyên xwe yên Kurd re ne."

Li Brandenbûrger Torê, mîtînga 'Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê' hat lidarxistin. Kurdistanî bi sembol û pankartan beşdarî mîtîngê bûn. Eleqeyek mezin ji mîtînga Kurdistaniyan re hate nîşandan.