Li Antalyayê 17 kes hatin girtin
Li Antalyayê beriya 28 rojan bi lîsteyek sosret a binçavkirinê ve 55 kes hatibûn binçavkirin, ji van 17 hatin girtin. Der heqê 25 kesan jî biryara lêgerîna daîmî hat dayîn.
Li Antalyayê beriya 28 rojan bi lîsteyek sosret a binçavkirinê ve 55 kes hatibûn binçavkirin, ji van 17 hatin girtin. Der heqê 25 kesan jî biryara lêgerîna daîmî hat dayîn.
13’ê Cotmehê bi lîsteyek sosret li Antalyayê 26 kes hatin binçavkirin. Piştî 28 rojan binçavkirî man, sewqî Edliyeya Antalyayê hatin kirin. ji 26 kesên ku îfade li Edliyeya Antalyayê dan, 4 bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 22 jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji 22 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin 5 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 17 kes jî bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin û şandin girtîgehên cuda.
Her wiha, der heqê 25 kesan de jî ku biryara wan a binçavkirinê heye, lê nehatine binçavkirine, biryara lêgerîna daîmî hat dayîn.