Li Amedê heta derengiya şevê ji bo girtiyan çalakî
Amed
Çalakiya vemirandina ronahiyan û meşa bi armanca piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê îro li Amedê jî berdewam kir. Gelê ku xwest li taxa Yenîşehîr, Sûr û Rezan bimeşin, li rastî êrîşa bombeyên gazê yên polîsên Tir hatin. Ji êrîşan li gelek cihan pevçûn qewimîn
alakiya bi armanca piştgiriya bi greva birçîbûnê re ya vemirandina ronahiyan û lêxistina beroşan îro jî weke her rojên din berdewam kir. Çalakî saet di 19.00 de dest pê kir. Girseya gel a ku daket qadan ronahiyên xaniyên xwe vemirandin û daketin kolanan. Bi hezaran derketin ser şaneşînanan û li beroşan û sênîkan xistin.
Li navçeyên Yenîşehîr, Sur, Rezan û Kayapinarê bi dehhezaran kes piştgirî dan çalakiya protestoyî û ji bo nîv saetekê ronahî hatin vemirandin.
Ligel girtina ronahiyan, çalakiya bi fîtikan û lêxistina beroş û sênîkan berdewam kir. Kesên di malan de bûn derketin ser şaneşînê û piştgirî dan meşên girseyî yêmn li kolanan.
Girseya gel ku xwest biçe ber avahiya KCDê yali Yenîşehîrê ye û parlementerên BDPê têde dest bi grva birçîbûnê kirine, li rastî astengiya bi sedan polîsan hat. Polîsan di her carekê debanga teqwiyekirina hzêê dikir.
Ji ber wesayitên zirxî yên polîsan têrê nekirin, vê carê ji 7emîn Fermandariya Kolordiyê wesayitên “Akrep”xwestin. Hat diyarkirin ku li Rezan 6 zarok hatine binçavkirin.
Çalakiyên gelê Amedê bi awayek demdirêj berdewam kir. Gelê Amedê ronahiyên bajêr vemirandin û li beroş û sênîkan xistin. Li gel vêxistina ronahiyan bajar di carekê de ronî bû.
Pevçûnên saet di 19.00 de dest pêkir, heta derengiya şevê berdewam kir. Polîs bi taybet ji navçeyên Sûr lû Rezan kişian. Polîsan li derdora avahiya KCDê tedbîrên berfireh girtin.