Li Amedê dîsa ji ber trafoyê şewat derket

Hat ragihandin ku li daristana li Herêma Deuk a girêdayî navçeya Çermûg a Amedê, şewateke din ji ber trafoyê çêbû.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gorî dema herêmî di derdora saet 13.30’an de şewat derket. Xelkê herêmê bi derfetên xwe hewl dide mudaxeleyî şewatê bike, lê ji ber bayê şewat hîn jî belav dibe.

Hat ragihandin ku piştî şewata hefteya borî ya bûyî sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, wesayîtên agirkujiyê yên şaredariya navçeyê ya AKP’î jî sewqî herêmê hatin kirin û qeymeqamê navçeyê jî çûye qadê.

Berî 3-4 salan DEDAŞ’ê ji bo komira menqelê ya personelên ku bi îhaleya dewletê daran dibirin, trafo li vir ava kir. Hat zanîn ku şewat ji ber vê trafoyê derketiye.