Li Aachenê meşa 'Em li dijî faşîzmê bibin yek'
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, bi şiyara 'Em li dijî faşîzmê bibin yek' hate lidarxistin.
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, bi şiyara 'Em li dijî faşîzmê bibin yek' hate lidarxistin.
Piştî ku kongreyên Aachen û Duren ên Kongreya demokratîk a Gelan (HDK), li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi şiyara "Em li dijî faşîzmê bibin yek" meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Bi sedan kesên li Kaîserplatzê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşman ji navenda bajêr heta Elîssenbûrgê meşiyan û belavoken bi zimanê Elmanî li derdorê belav kirin.
Mîtîng bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî xwendina belavokê, nûnerên PYD, Mala Gelê Kurd û HDK'ê axivîn û bal kişandin ser girîngiya berxwedana hevgirtî ya li dijî faşîzmê.
Her wiha ji bo çalakiya YXK'ê ya roja Şemiyê, banga tevlîbûnê hate kirin.