Li Îzmîrê tecrîd hat şermezarkirin, bang li raya giştî hat kirin

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê tecrîda li Îmralî şermezar kir û got, “Ji bo ku tecrîd were bi dawîkirin pêwîst e muxalefeta demokratîk xwe rêxistin bike.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya navçeya Konakê şermezar kir. Di çalakiya ku pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hate vekirin de dirûşmeyên "Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî wekheviya gelan" hatin berzkirin. Hevberdevkên Komîsyona Amadekar a HDP'ê Ozlem Gunduz û Mahfûz Guleryuz, hevserokên bajarên Denîzlî, Mûgla, Aydin, Manîsa û Antalyayê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

'LI ÎMRALIYÊ PERGALA ÊŞKENCEYÊ HEYE'

Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Abdûlkadîr Baydûr ku li ser navê komê daxuyanî xwend, diyarkir ku tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê li hemû qadên jiyanê belav bûye. Baydûr anî ziman ku xwesteka derxistina HDP'ê ya ji siyasetê berdewamkirina polîtîkayên tecrîdê ye û got, “Tecrîd ne pirsgirêkeke bi Îmraliyê û Kurdan re sînordar e. Polîtîkaya tecrîdê ya ku hemû Kurdan di nav xwe de dihewîne û hewl dide destketiyên Kurdan bifetisîne, ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê ber bi binpêkirina mafan ve berfireh dibe. Lewma şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya parastina demokrasî, maf û azadiyan, têkoşîn û destketiyên jinan, têkbirina xizanî, bêkarî û koletiyê, her wiha vala derxistina fezleke û lîstikên girtina partiyê ye.”

'LI DIJÎ TECRÎDÊ DIVÊ MUXALEFET XWE RÊXISTIN BIKE'

Baydûr di dewama axaftinên xwe de bal kişande ser pêdiviya rêxistinbûna muxalefetê û wiha pêde çû, "Tecrîda mutleq astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya civakî ya li Tirkiyeyê ye. Ji bo tecrîda mutleq a li ser Ocalan ku li Îmraliyê mîsyona aştiyê daye ser milê xwe bi dawî bibe, divê muxalefeta demokratîk were rêxistinkirin û tecrîd bi dawî bibe. Em çiqas di qadên pirsgirêkên civakî de têbikoşin, em ê ewqasî karibin mantiqa tecrîdê rave bikin.”

Baydûr îşaret bi qedexeyên hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got: "Qedexekirina 6 mehên dawî a hevdîtina parêzeran û 3 meh ya malbatê li hemberî Ocalan hatî pêkanîn, nîşaneya van polîtîkayên çewisandinê ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku pêşketina demokrasiyê ji bo xwe weke gef dibîne, bûye sedema windakirina aştiyê û hejarkirina hemû welat, her wiha bi van polîtîkayan dibe sedema nakokbûniya cemserî.”

Baydûr her wiha diyar kir ku di her pêvajoya muzakereyên li Îmraliyê de atmosfera aştiyê pêş ket, bang li raya giştî ya demokratîk kir û got, "Em piştgiriyê didin hemû welatiyên xwedî wijdan, pêkhateyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, komele, sendîka, komeleyên pîşeyî, jinan, alîgirê aştiya civakî, demokrasî û Tirkiyeyeke bê pevçûn, rêxistinên ciwanan û hawirdorê; Em bang li sazî/rêxistinên navneteweyî jî dikin ku ji bo rakirina tecrîda mutleq, li hemberî CPT’yê bikevin nava hewldanan û erkên xwe bi cih bînin.”