Li Îzmîr û Denîzliyê Nobeta Edaletê berdewam dike

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîr û Denîzliyê hat lidarxistin de, banga ji bo azadiya girtiyên nexweş hat kirin.

Li Denîzlî û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakiya Nobeda Edaletê hat lidarxistin.

ÎZMÎR

Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û bidawîkirina tecrîda li girtîgehan, li Îzmîrê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 99’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê domiya. Çalakvanan pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn. Her wiha Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê jî piştgirî da malbatan.

Hevserokê HDP’ê ya Karşiyakayê Memfî Yilmaz ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku ew piştgiriyê didin malbatên girtiyan û wiha got: “Li girtîgehan zexteke sîstematîk tê kirin. Zexta psîkolojîk li girtiyan dikin, mafê wan ê telefonê tê asteng dikin û hevdîtinan sînordar dikin. Girtî li girtîgehê di nava girtîgeheke din de ne. Polîtîkaya zextê ya desthilatdariyê ya li ser girtiyên di girtîgehan de didome. Divê girtîgeh demildest bên valakirin.  Pirsgirêkên Aysel Tûglûk rû bi rû ne, di qada navneteweyî de jî tên niqaşkirin. Lê nayê berdan. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Divê her kes guh bide dengê dayikan. Tevî hemû bêhiqûqiyan jî fedekariyeke mezin dikin û li çalakiya xwe dewam dikin.“

DENÎZLÎ

Rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê tê ragirtin, roj bi roj xerabtir dibe. Dayîka Polat, Songul Îlker ji bo dermanbûyîna kurê xwe li ber dest bi çalakiyê kir. Çalakiya Îlker 4 roj in dewam dike. Îlker, di çalakiyê de ev tişt anîn ziman: “Bi hincetên cuda nahêlin ez bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikim. Mafê min ê hevdîtinê heye ku îro saet di 16.00’an de bi kurê xwe re hevdîtinê bikim. Duh ji girtîgehê ambûlansek derket. Ez nizanim bê ka kurê min li vê derê ye yan na. Dema ez çûm hevdîtinê ez ê bizanim li vir e ya na. Ji ber ku tu agahiyê nadin min. Banga min li her kesî ew e ku ji bo derman kirina kurê min û girtiyên nexweş dengê xwe bikin.“