Li Meleti, Nisêbîn, Denîzlî, Gimgim, Colemêrg Edene, Îzmir, Diyana Şemzînan û Enqereyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Girsê di çalakiyan de slogana "Em jiyanan tarî nekin, ji mirinê re na" berz kirin. Dîsa pankartên "Greva birçîbûnê di roja 65'an deye, li hundir beden û li derve jî mirov dihele, Em di roja 65'an de li hemberî mirinê nikarin bêdeng bimînin, bila li hundir mirov û li derve wijdan nemirin" vekirin. Çalakgeran bang li her kesî kirin û xwestin bêdeng nemînin.
Çalakiya birçîbûnê ya di 12'ê Îlonê de ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk hate destpêkirin di roja 65'an de berdewam dike. Li aliyeki bêdengiya hikûmetê berdewam dike û amadekariyên mudaxeleyan dike, li aliyê din li derve çalakî zêde dibin.
XWENDEKARÊN ÎNONU DAXUYANÎ DAN
Di roja 65'an a çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ya de li 10 bajaran çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Xwendekarên Zanîngeha Înonu ya Meletiyê bi heman armancê çalakiya piştgiriyê pêk anî. Xwendekaran di çalakiyê de slogana "Biji berxwedana zindanan" qêrîn û daxuyanî dan çapemeniyê.
KESK'Î LI NISÊBÎNÊ MEŞIYAN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ligel endam û rêveberên BDP'ê hevparên KESK'ê bi heman armancê li ber nûnertiya KESK'ê ya Nisêbînê kom bûn û bi solgana "Zimaneme rûmetame ye" û "Bijî berxwedana zindana" qêriyan. Komê ku ji sedan kesan pêk dihat xwest heta Parka Aştiyê bimeşe, lê rastî astengiya polîsan hat. Piştî rageşiya demekê li ser navê girsê Serokê Nûnertiya Egitîm Sena Nisêbînê Abdullah Gokçe, daxuyanî da û piştgiriya xwe anîn ziman. Kom piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn.
Endamê Komîsyona Greva Birçibûnê ya Denîzliyê jî xwendekarên zanîngehê û saziyên SES, BES, Haci Bektaş Velîy, TEKSÝF, Egitim Sen û CHP ziyaret kir.
LI GIMGIMÊ TÛRA MAŞÎNEYAN
Li navçeya Gimgima Mûşê jî bi heman armancê welatiyên ku bi maşîneyên xwe hatin ber avahiya BDP'ê kom bûn, bi maşîneyên xwe û korneyan tûra navçeyê avêtin û çalakî pêk anîn.
LI COLEMÊRGÊ ÇIRA HATIN TARÎKIRIN
Li navenda Colemêrgê jî bi heman armancê welatiyên daketin kolanan çirayên xwe tarî kirin û bi korneran çalakî pêk anîn. Li tax û kolanan jî welatî daketin kolanan û li beroş û tawekan xistin. Welatiyên daketin kolanan slogana "Bijî Serok Apo" qêriyan.
'EM NE MIRIN ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’
Platforma Ne Mirin Çareserî jî bi heman armancê li Parka Înonu çalakiya rûniştinê pêk anî. Bi sedan kesan pankarta "Bila daxwazên girtiyan bê qebûlkirin" vekirin û slogana "Biji berxwedana zindana" berz kirin û find pêxistin. Komê qasî 45 deqîqeyan çalaki pêk anî û belav bû. Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê derbarê greva birçîbûnê ya 2 rojan li ber avahiya BDP'ê ya Daglioglu daxuyanî da çapemeniyê. Serokê BDP'a Edeneyê diyar kir ku dê roja Şemiyê di demjimêr 10.00'an de li Parka Înonu dest bi çalakiyê bikin.
Li bajaroka Qasre ya Dîyana jî koma li hev kom bû bi heman armancê çalakî pêk anî.
LI ENQEREYÊ MEŞ
Li Enqereyê jî Platforma Ne Mirin Çareserî, li Kolana Yukselê kom bûn û heta Abîdeya Mafê Jiyanê ya Sakaryayê meşiyan.
Li Şemzînanê ya Colemêrgê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin.
Li Îzmirê jî nûnerên ÎHD, ÇHD, TÝHV, MAZLUMDER, YAK-DER, TAYD-DER û ABF'ê bi heman armacê find pêxistin. Çalageran bi findan 65 nivîsandin û çalalî pêk anîn.