Leşkerên Tirk 2 ciwan bi awayekî hovane qetil kirin

Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava 2 ciwan bi êşkenceyê qetil kirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker, li ser sînorê Rojva û Bakurê Kurdistanê 2 ciwanên ku girtin bi êşkenceyê bi awayekî hovane qetil kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa ANAH’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyên ji herêmê, şevê din artêşa Tirk a dagirker 2 ciwanên ji gundê Kermazat El-Eno yê 15 km dikevin bakurê rojhilatê bajaroka Eyn Îsa, dema ku hewl didan sînor derbas bikin û derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, bi êşkenceyê kuştin.

Li gorî agahiyên çavkaniyan diyar kirî 4 ciwanan saet di 11.00′ê nîvro de hewl dan sînor derbas bikin. Lê ciwanên bi navên Yasir Mihemed (19) û Mihemed Salim (27) ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hatin girtin û bi êşkencekirinê qetilkirin, her 2 ciwanên din reviyan.

Artêşa Tirk a dagirker her 2 ciwan bi êşkenceyê qetilkirin û avêtin ser sînorê Rojava. Piştî ku 5 saet derbas bûn, welatiyên herêmê bi alîkariya şervanên YPG′ê, cenazeyên her 2 ciwanan rakirin nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Girê Spî.