Kurdên li Ewropayê li dijî qirkirina siyasî li ser piyan bûn

Kurdan li gelek navendên Ewropayê çalakî li dar xistin, operasyonên qirkirina siyasî ya ku hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurd dimeşîne protesto kirin.

TIROL

Kurdên li eyalata Tirol a Awûstûryayê ji bo destekê bide HDP’ê û qetlîamên li Kurdistanê protesto bikin çalakî li dar xistin. Kurdan li ber peykerê Annasaeule stant danîn, raya giştî agahdar kirin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê girtina wekîlên HDP’ê hat protestokirin.

Çalakger li Sudtiroler Platzê kom bûn, dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” qêriyan û xwestin ku wekîlên HDP’î bên berdan.

FREIBURG

Çalakiya kon a ji bo balê bikşîne li ser girtina wekîlên HDP’ê û qirkirina siyasî û leşkerî ya li ser gelê Kurd li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ev 3 roj in didome, bi meşek girseyî hat bidawîkirin.

Di çalakiyê de ku ji hêla Meclîsa Jinê ya Nûda û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freîbûrg hat organîzekirin, bi sedan kes amade bûn, Girseyê ku li Agustinerplatz li hev civiya, bi dirûşmeyên “Zext nikarin me bêzar bikin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” heta navenda bajêr meşiya. Piştî li ser navê girseyê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn, çalakî bi meşek heta Agustinerplatz bi dawî bû.

ST RAPHAEL

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê St. Raphael ê Başûrê Kurdistanê dijîn, li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya ku hikûmeta AKP’ê bi ser gelê Kurd tîne çalakiyek li dar xistin. Çalakgeran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Dîktator Erdogan”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” qêr kirin, gelek belavok belav kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa yê Marsîlyayê jî Kurdistaî li dijî faşîzma AKP’ê ji Qada Cannebîerre meşiyan. Di çalakiyê de ku peyamên berxwedanê hatin dayîn, dirûşmeyên “Dîktator Erdogan”, “Qatil Erdogan” hatin berzkirin.

EVRY

Eylemde "Biji Serok Apo " "Katil Erdoğan " sloganları atıldı.

Li bajarê Evry yê Fransayê jî bi sedan Kurdistaniyan li dijî faşîzma AKP/Qesrê meş li dar xistin.

Kurdistaniyên ku danê êvarî li ber postaxaneya Grîgny kom bûn, bi pankartên “Dest Nede Îradeya Min”, “Ji Hilbijartiyên Me Re Azadî” dest bi meşê kirin. Domahiya meşê belavok hatin belavkirin. Li ser navê girseyê ku heta ber Navenda Civaka Demokratîk a Evry hat, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk axivî û banga berxwedanê li gelê Kurd kir.

ROUEN

Kurdistaniyên li bajarê Rouen a herêma Normandîe ya Fransayê jî darbeya dewleta Tirk a faşîst bi meşek girseyî protesto kirin.

Girseyê ku ji navenda bajarê Rouen dest bi meşê kir, bi dirûşmeyan ve belavok belav kirin.

Li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Rouenê jî axaftin hatin kirin, bang li Kurdistanî û dostên wan hatin kirin ku derkevin qadan.

DRANCY

Ji banliyoyên Parîsê li Drancy jî dewleta Tirk a faşîst hat protestokirin.

Girseya ku saet 18.00’an ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Drancy dest bi meşê kir, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Wekîlên Me Re Azadî” berz kirin, belavokên têkîldarî mijarê belav kirin.

Dema girse gihişt pira Bobîgny, axaftin hatin kirin û bi banga ji bo meşa sibehê ku wê saet 14.00’an li Qada Bastîlle dest pê bike, çalakî bi dawî bû.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêdê Stockholmê jî Kurdistanî û dostên wan bi armanca protestokirina darbeya AKP/Qesrê li Qada Sergelê çalakiyek meşaleyî li dar xistin.

Girseyê ku wêneyên wekîlan û meşala rakirin, dirûşmeyên “Qatil Erdogan, Durû Ewropa”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî çalakiyên ku bi şîara “dest nede îradeya min” hatin destpêkirin, îro ji hêla yekeya TEV-ÇAND’ê ya Viyanayê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Di çalakiyê de ku li Museums Quartier hat lidarxistin, şanoyek têkîldarî êrîşên li dijî Kurdan û bêdengiya Ewropayê hat nîşandan. Her wiha stran hatin gotin, dirûşmeyên “HDP ne bi tenê ye” hatin qêrkirin.

...