Komîteya Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo mîtînga Kolnê bang kir
Komîteya Baweriyên Mezopotamyayê, bang kir ku bi awayekî xurt tevlîbûn ji bo kombûna Kolnê bibe ku wê bi mebesta şermezarkirina AKP’ê pêk were.
Komîteya Baweriyên Mezopotamyayê, bang kir ku bi awayekî xurt tevlîbûn ji bo kombûna Kolnê bibe ku wê bi mebesta şermezarkirina AKP’ê pêk were.
Komîteya Baweriyê ya Mezopotamyayê têkildarî mîtînga Kolnê ku wê 12’ê Mijdarê pêk were daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, baweriyên qedîm ên herêmê yên wekî Êzîdîtî, Elewîtî ji hêla Tirkiyê, Erebîstana Siûdî û Katarê dixwazin werin tunekirin û divê Misilmanên jidil li dij vê derbikevin.
Di daxuyaniyê de hate gotin li dijî barbarî û zilma bêsînor ew ê heqê xwe yê berxwedanê bi kar bînin û vebijêrka tekane ew e ku li hemû qadan berxwedana şoreşger, demokratîk bi pêş bixînin.
‘DOR WÊ BIGIHÊ WAN KESAN KU BÊDENG DIMÎNIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, kesên ku li Ewrpayê dijîn jî divê têkoşîna hevpar bidin û xwest ku faşîzma AKP’ê were şermezarkirin û raya giştî pê bihisînin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo polîtîkayên faşîst ên Tirkiyê werin teşîrkirin divê mirov li qadan be û wiha domand, ‘’Çi kesê ku bêdeng mayî divê bizanibe ku dor wê bigihije wan. Ji bo vê jî bi wan hemû kesan re ku li hemberî rejîma zilmê li ber xwe didin, divê em hevkariyê bikin.’’
BANGA JI BO MÎTINGÊ
Komîteya Baweriyan a Mezopotamyayê, di dawiya daxuyaniya xwe de got, li dijî faşîzma AKP’ê ew bang li Êzîdî, Elewî û Misilmanên jidil û Xiristiyanan dikin ku sibehê (12 Mijdar) tevlî mîtînga wan a li Kolnê bibin.