Koma ji Stûttgartê dest bi 'Nobeda Azadiyê' kir
Koma ji Stûttgartê vê hefteyê nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê dewr girt.
Koma ji Stûttgartê vê hefteyê nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê dewr girt.
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 254. de ji aliyê komeke nû ve tê dewamkirin.
Koma ji bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, nobeda ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve tê girtin, didomîne. Emîne Orak, Şiyar Îbrahîm û Adil Kobanê roja Yekşemê nobed ji endamên Tevgera Jinan a Skandînavyayê dewr girtin.
Endamên komê der barê çalakiyê de daxuyaniyek dan û ragihandin, ku gelê Kurd êdî nikare xwe li dîlgirtina Ocalan bigire. Endamên komê bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kirin, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bi lezgînî bikevin nava tevgerê.
Endamên komê her roj saet di 08:00 de dest bi çalakiyê dikin û heta êvarê nobedê digirin. Di dema çalakiya xwe de belavokan li ser nêrîn û têkoşîna Ocalan belav dikin.