Kedkaran serî netewand: Meşa Enqereyê destpê kir

Kedkarên KESK’î tevî êrîşa polîsan jî ji bo meşa Enqereyê dîsa ketin rê. Serokê Giştî yê KESK’ê Ozgen got; “Bêyî serî bitewînin, em ê rêka xwe bidomînin.”

Endamên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Gelemperî (KESK), ji bo wezîfeya kedkarên gelemperî yên hatine îxrackirin dîsa bê dayîn duh xwestibûn li Enqereyê bi dirûşmeya “Ez kar, nanê xwe dixwazim” meşekê li dar bixin, lê ji hêla polîsan hatibûn astengkirin. Tevî vê jî endamên KESK’ê îro dîsa ji bo li Enqereyê bimeşin, li Qada Kartalê kom bûn.

OZGEN: EM Ê SERÎ NETEWÎNIN

Li ser navê kedkaran Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen axivî, astengkirina meşa duh şermezar kir, diyar kir ku tevî hemû astengiyan bi biryar in ku meşa xwe pêk bînin.

Ozgen got; “Me çawa kiryarên ku duh li me hatin qebûl nekin, sibehê jî em ê qebûl nekin û meşa xwe bi israr bidomînin. Bêyî serî bitewînin, em ê meşa xwe bidomînin.”

TEVÎ GEFA POLÎSAN JÎ MEŞ DIDOME

Kedkara piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên berxwedanê dest bi meşa Enqereyê kirin.

Dema girse gihişt pêşiya Daîreya Zewicandinê ya Kartalê û govend gerand, polîsan gefa, “We ev der kir qada geştê. Eger govendê bi dawî nekin, em ê dest li we werdin” xwarin. Tevî tehdîdê jî çalakgeran govenda xwe domandin, wêneyê bîranînê kişandin û bi wesayîtan rêka xwe berdewam kirin.

KESK’î wê li Gebzeyê bi karkeran re kom bibe, li her bajarî bi tevlîbûnên nû rêka xwe bidomînin û roja Şemiyê bigihêjin Enqereyê.