KCDK-E'yê dest bi kampanya endametiyê kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand ku ji 20'ê Nîsanê û pê ve li her devera ku lê bi rêxistinin dest bi kampanya endametiyê dikin.

Kampanya endametiya li komeleyan rojeva bingehîn a civîna 28 pêkhateyên KCDK-E'yê bû ku di 3'ê Nîsanê hatibû lidarxistin. Di civînê de li ser peydakirina endamên nû û rewşa endamên heyî biryarên nû hatibûn wergirtin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand ku ji 20'ê Nîsanê û pê ve di serî de li Elmanya, Swêd, Danîmarka, Norwêc, Fînlandiya, Kanada, Awûstralya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Qibris, Belçîka, Hollanda, Îngilistanê li 14 navendan bi dirûşma "Ji bo em rêxistinbûna xwe mezin bikin, em bibin endam, em bikin endam' dest bi kampanyaya endametiyê dikin.