Kampanyayên ji bo azadiya Demîralp berfireh dibin
Ji bo berdana midûrê me yê nûçeyan Maxîme Demîralp, bi hezaran kes tevlî kampanyayên l ser medya civakî û malperên înternetê hatin destpêkirin bûn.
Ji bo berdana midûrê me yê nûçeyan Maxîme Demîralp, bi hezaran kes tevlî kampanyayên l ser medya civakî û malperên înternetê hatin destpêkirin bûn.
Ji bo Midûrê Nûçeyan ê ANF'ê Maxîme Demîralp (Azadî), ku hefteya bihurî li ser daxwaza Tirkiyeyê li Belçîkayê hate binçavkirin, li ser Facebook û Twîtterê bi sernavê "Freemaximeazadi" kampanya hate destpêkirin û bi baldarî dewam dike. Kampanya li ser Twîtterê jî bi sernavê @freemaximeazadi tê meşandin. Heta niha bi sedan Ewropayî, Kurd û Tirkiyeyî destek dan kampanyayê.
Ji bo Demîralp li malpera "change.org" jî kampanya hate destpêirin û di roja destpêkê de zêdeyî 2500 kesî mohra xwe danîn binê kampanyayê. Ji bo berdana Demîralp, kampanya îmzeyan a ji bo şandina ji Parlamenta Ewropayê, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Wezareta Edaletê ya Belçîkayê, bi tevlîbûneke xurt dewam dike.
Komîteya Piştgiriya bi Maxîme Azadî re duh daxuyaniyek da bû û diyar kiribû, girtina rojnamevanê Kurd antî demokratîk û li derveyî hiqûqê ye. Di daxuyaniyê de hatibû gotin, "Serlêdana Tirkiyeyê ya li Înterpolê kir, yekser ji ber nûçeyên rojnamevan Demîralp e. Li ser navê demokrasî û azadiyê cihê şermê ye, ku li welatekî Yekîtiya Ewropayê rojnamevanek ji ber nûçeyên xwe tê girtin. Girtina Demîralp, tê wê wateyê ku zextên li Tirkiyeyê li çapemeniyê tên kirin gihîştine Ewropayê."