Çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê di roja 67'emîn de berdewam dike û agahiyên skandal jî her roj tên. Li girtîgeha Tîpa T û F yên Boluyê kalorîferên odeyên girtiyên di çalakiya birçîbûnê de yên ji ber laşê wan qelsbûn her tim diçemidin bi hinceta "xirab bûyîne” hilnakin. Parêzer Mehmet Nurî Ozmen diyar kir ku, ev pêkanîn rewşa girtiyan hêj bêhtir xirab dike û wiha got: "Pirsgirêkên cidî yên girtiyan hene. Doktoran qebûl nakin. Dibêjin tenê heyeta TTB'ê dikarin wan kontrol bikin."
Çalakiyan birçîbûnê ya bêdem û dorveneger di 12'ê îlonê de ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ve hatibû destpêkirin di roja 67'emîn de berdewam dike. Her diçe rewşa girtiyan ya tenduristî cidî dibe. Heyeta ji parêzer Mehmet Nurî Ozmen, Emrah Oner û Hasan Anlar pêk tê li girtîgehên Tîpa T û F yên Boluyê bi girtiyên di çalakiya birçîbûnê de yên bi navê Muzaffer Akergîn, Sakip Hazman, Abdullah Oral, Aydin Şaka, Murat Avci, Hasan Ateşçî, Alî Şek, Ahmet Akkurt û Murat Turka re hevdîtin kirin. Parêzer Mehmet Nurî Ozmen, hevdîtina bi girtiyan re kirin û pirsgirêkên girtiyan ji DÎHA'yê re vegot.
'REWŞA WAN BI GUMANE'
Ozmen diyar kir ku rewşa girtiyan gelek nebaş û mirov bi gûman dike. Ozmen anî ziman ku girtî bêhalin, dila wan tevlî hevdibe, nikarin rabikevin û pirsgirêkên dîtinê dijîn. Ozmen da zanîn ku, rêveberiya girtîgehê av, xwê, şekir û vîtamîn nedida girtin û piştî wekîlan girtîgeh ziyaret kirin ev hewcehiyên girtiyan bi cih anîn. Ozmen bilêv kir ku, ligel girtî tu ceyranê bikarnaynin disa jî ji girtiyan pereyê ceyranê yê di navbera 10 û 30 TL. tê guherîn tê girtin. Ozmen destnîşan kir ku girtî doktorên girtîgeh tîne qebûl nakin û girtiyan ji wan re got tenê heyeta TTB'ê dikare kontrola wan bike û teqez tu mudaxeleya tibî qebûl nakin.
'GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN NEKETIN GREVÊ ALÎKARIYA HEVALÊN XWE DIKIN'
Ozmen diyar kir ku, vîtamîna B12 didin girtiyan lê têrê nake û wiha got: "Doktor dibêjin ji van vîtamînan rojê 2 tabletan divê bê dayîn lê li vir rojê tenê yek tê dayîn." Ozmen anî ziman ku ji ber girtî bikaranîna B12 nizanin bi gûman nêz dibin. Ozmen da zanîn ku çalakiya girtiyan di roja 67'an de ye û wiha axivî: "Ji ber ku demek dirêj derbazbû hêza girtiyan dikeve û dicemîdin. Ligel vê cemidînê bi hinceta kalorîfer xerabene ji aliyê rêveberiya girtîgehêve nayên hilkirin." Ozmen bilêv kir ku, êdî laşê girtiyan avê jî qebûl nake. Ozmen destnîşan kir ku, divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ozmen da zanîn ku, girtiyên nexweş yên tevlî çalakiya birçîbûnê nebûn jî alîkariyariya girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de dikin.