Jinên Reqayî: Bi Xezeba Firatê azadiya me hat
Jinên Reqayî diyar kirin ku ji ber Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku ji hêla şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 5’ê Mijdarê hatibû destpêkirin, gelekî keyfxweş bûne.
Jinên Reqayî diyar kirin ku ji ber Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku ji hêla şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 5’ê Mijdarê hatibû destpêkirin, gelekî keyfxweş bûne.
Jinên Reqayî yên xwe avêtin qadên ji hêla şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hatine rizgarkirin, jiyana xwe ya dema dagirkeriya DAÎŞ’ê ji ANF’ê re vegotin.
Jinan ragihandin ku dema rejîma BAAS’ê jî jin bi zextê re hevrû diman, lê piştî şerê navxweyî ji ber çeteyên mîna DAÎŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Ceyş El Îslam jin hê zêdetir hatin dorpêçkirin.
XALÎDE: ROJAVA JI BO JINAN BÛ RONAHÎ
Jina Reqayî ya bi navê Ayşe Xalîde îfade kir ku çeteyên îdîa dikin ku ji bo Xwedê û Îslamê şer dikin bi rûyên xwe yên qetlîamker, êşkenceker, bi destavêtinê diçin bi ser jinan, got ku di atmosferek wisa de Şoreşa Rojava derketiye holê û ji bo tevahî jinan bûye ronahî.
Xalîde diyar kir ku ev rewş tevahî jinên Sûriye û cîhanê bandor kiriye, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava tevahî qalibên civaka Rojhilata Navîn û bi taybet jî yên di mejiyên jinan de parçe kiriye.
XELÎD: JIN KIRIN KOLE
Jinek din a Reqayî jî Rabîa El Xelîd got, “piştî çeteyên DAÎŞ’ê herêma me dagir kirin, li gor îdeolojiya xwe modelek Îslamê pêş xist” û anî ziman ku li gor vê modelê jinê tenê dikarîbû cilekî yek tîp ê bi rengê reş li xwe bikira.
Xelîd bi lêv kir ku piştî çeteyan herêm dagir kirin, tirsekê bi gel girt, der bir ku çeteyên DAÎŞ’ê mirov bi zindî dişewitandin, serî, dest, ling jêdikirin, êşkence û qetlîam dixistin meriyetê.
Xelîd, îfade kir ku ji ber çeteyên DAÎŞ’ê bi van rêbazên hovane nêzî gel dibûn, gelek beşan ji ber tirsê bîat kirin û destnîşan kir ku çeteyên DAÎŞ’ê piştî dagirkirinê jin kirine koleyên seksê.
‘PIŞTÎ AZAD BÛ EZ Ê VEGERIM’
Her wiha ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê bi taybet jinên Êzidî yên Şengalî li bazarên Reqayê difirotin, ji vê şerm dikirin, lê li beramberî gefên çeteyan nikarîbûn biketana nav ti hewldanan.
Xelîd ragihand ku beriya dagirkeriya çeteyan, li taxa herî qelebalix a Reqayê dima, destnîşan kir ku piştî Reqa ji hêla şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hat rizgarkirin wê vegere û li navenda Reqayê bijî.
JI BO ŞERVANAN SPASÎ
Jinên Reqayî Ayşe Xalide û Rabîa El Xelîd eşkere gotin ku divê çeteyên mîna DAÎŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam ji tevahî Sûriyeyê bên paqijkirin û Sûriyeyek demokratîk a rengîn bê avakirin.
Di dawiya axaftinên xwe de ji bo tevahî şervanên pêngavê spasiyên xwe ragihandin û gotin ku bi saya van şervanan azadiya xwe bi dest xistine.