Serokê Yekitiya Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç nameyek ji her yek ji Serokwezîra Alman Angela Merkel, Wezîrê Derve Westerwelle û komîserê berpirsyartiya Mafê Mirovan a hukûmeta Alman Markus Löning nameyek şand. Koç bal kişand ku greva birçîbûnê ji 12ê îlonê ve berdewam dike û ji hukûmeta Alman xwest ku bikeve nava hewldanan.
Koç da zanîn ku Kurdên li Almanyayê dijîn bi gumaneke mezin greva birçîbûnê dişopînin û bal kişand Kurd li bajarên cûda çalakiyên piştevaniyê pêk tînin. Serokê YEK-KOMê di nameyê de destnîşan kir ku şaredar û parlementerên Kurd jî di grevê de ne û ev bang kir:
"Serokwezîra me ya Birêz Merkel û Wezîrê me yê Derve Westerwelle; ji bo hukûmeta Tirk ji bo greva birçîbûnê diyalogek cidî pêş bixe, em ji we dixwazin hûn bikevin nava hewldanan. Helwesteke we ya bi vî rengî dikare bibe sedema bidawîbûna greva birçîbûnê û dê jiyana gelek mirovan rizar bike.
Em dizanin ku hûn weke nunerên Almanyaya Federal di Yekitiya Ewropayê de rolek weya girîng heye. Ji kerema xwe re rola xwe bi kar bînin û ji bo girtiyên Kurd hewl bidin. Hukûmeta Tirk li hemberî hemû bangên ji derveyê welat û hundirê welat tên ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê tu pêngaveke cidî neavêtiye.
Serokwezîr Erdoganê ku qet guh nade daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, dibkje ku divê careke cezayê darvekirinê bê. Ji ber van hemû sedeman em weke YEK-KOMê ji we dixwazin: ji bo pêşîlêgirtina hemû karesatên siyasî û mirovahiyê hûn ji bo greva birçîbûnê zextan li hukûmeta Tirk bikin.”