Milîsên Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya girtiyên Kurd dane destpêkirin, li Taxa Gazî ya girêdayî Navçeya Sultangazî ya Stenbolê çalakî pêkanîn. Di çalakiya ku bi molotofkokteyliyan hate kirin de, MLKP’iyan çalakvanên greva birçîbûnê silav kirin.
Milîsên MLKP’ê li taxa Gazî çalakiyekî bi molotofan pêkanî û girtiyên Kurd ku ji bo destpêkirina muzakereyan û mafê perwerdeya bizimanê dayîkê û xweparastinê ketine çalakiya birçîbûnê silav kirin.
Milîsên MLKP’ê ku bi slogana hatin ber Parka Perşembe Pazari ya li Taxa Gazî, pankarta “Bijî berxwedanên me yên zîndanan” vekirin. Gelê ku nêzî 10 roje li Parkê di çalakiya piştgiriyê de ye milîsên MLKP’ê bi çepikan pêşwazî kirin.
MLKP’iyan sloganên “Bijî berxwedana me ya zîndanan”, “Dîsa dîsa serhildan MLKP Kurdistan”, “Bijî partiya me MLKP” û “MLKP” qêriyan.
Milîsên MLKP’ê bi slogana heya rêya Îsmet Paşa meşiyan, di axaftinên ku ji bo derdor hatî kirin de banga xwedî derketina li girtiyên di greva birçîbûnê de hate kirin.