Ji bo Xelata Nûçegihaniyê ya Mûsa Anter serlêdanê dest pê kir

Ji bo Xelata Nûçegihaniyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter serlêdanê dest pê kir.

Ji bo Xelata Nûçegihaniyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter serlêdanê dest pê kir. Encamên pêşbirkê ku di qadên 'Nûçeyên Kurdî', ''Nûçeyên Tirkî', ''Wêne'', 'Karîkatûr'' û ''Nûçegihaniha Jinê'' de ya ji bo bîranîna Gurbetelî Ersoz wê pêk were, 18'ê Îlonê wê werin aşkerekirin.

Berhemên ji bo pêşbirkê divê bi rêya PTT'ê an jî kargoyê an jî bi dest werin dayin. Berhemên ku bi rêya postayê an jî kargoyê neyên danîn ya xwediyê wan e.

Li gorî şertên pêşbirkê endamên lijneyê û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin tevlî pêşbirkê bibin, berhemên ku wê werin şandin divê beriya niha nehatin weşandin an jî divê piştî 10'ê Îlona 2020'an hatibin weşandin, kesê ku tevlî pêşbirkê bibe divê beriya niha tevlî vê pêşbirkê nebûbin û berheman wan xelat, mansiyon nestandibin.

Her wiha kesên ku wê tevlî pêşbirkê bibin divê kurtejiyana xwe, adrêsa xwe, nivîseke derheqê berhema xwe li gel wêneyekî divê tevî dosyaya serlêdanê bikin.

Serlêdan heta 10'ê Îlona 2021'an wê bidome.

Nûçeyên ku bêne şandin divê 5 mînakan bişînin.

Berhemên ku werin şandin heke wêne bin didve aliyê wê yê kin bi kêmanî 2000 pîksel be, bi formata JPG be, dîtbariya wê 300 DPÎ be û bi qelita 12 a jidndinê be.

Berhem heke karîkatûr bin divê li pişt wêneyê, li aliyê jêr a çepê navê kesê ku berhem şandiye bi etîketekê were nivîsîn, berhemên dijîtal bi şertê ku îmzeya hunermend li ser be têne qebûlkirin.

Dorhêlên karîkatûrê bi kêmanî divê A4 (21 cm x29,7 cm) herî pir jî A3 (29,7 X 42 cm ) be û bi zemînekê ve nehatibe zeliqandin.

Jûriya beşa 'Nûçeyên Kurdî'': Mehmet Alî Ertaş, Suna Tunç, Bêrîtan Zagros, Ramazan Olçen,Omer Tur.

Adrês:
 
Web: yeniyasamgazetesi1.com, e-posta: [email protected]
 
Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90
 
Adres: Taxa Şehit Muhtar, Kuçeya Bekar No: 7/3 Beyoglu/İstanbul."