Ji bo televîzyonên Kurd rûniştina li parlementoya Flaman Belçîka

Derbarê hewldana Eûtelsatê ya ji bo rawestandina weşanên Ronahî TV, Stêrk TV û News Channelê di parlamentoya Flaman a Belçîka danişîneke taybet hate lidarxistin. Di danişînê de hat diyarkirin ku wê ev pêkutî neyê qebûlkirin.

Li Parlementoya Flaman a Belçîkayê bi wesîleya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê danişîneke taybet hate lidarxistin. Di danişînê de li ser televîzyonên Kurd hatin sekinîn, ên ku bi daxwaza Tirkiyeyê Eûtelsat dixwaze wan bigire.

‘LI TIRKIYEYÊ ROJNAMEVANÎ NE AZAD E’

Derbarê mijarê, parlamenterê partiya hevgirtina nû ya Flaman, N-VA, Marc Hendrîckx axivî û got:

“Lê vê azadiya çapemeniyê a pîroz li Tirkiyeyê ne di meriyetê de ye. Ne tenê ev, niha jî Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê RTUK, ji Eûtelsatê dixwaze ku yekser weşanên televîzyonên Kurdî bigire yên ku ji Ewropayê weşanê dikin. Zagonên dewleta Tirk ji xwe re dikin hincet, peymana Ewrûpayê bin pê dikin û dixwazin van tiştan bikin.”

 

 

Parlamenterê Flaman, di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku beriya çend mehan Newroz TV jî bûbû mexdûrê heman şêwazê û wiha got:

Niha jî dibe ku 3 televîzyon, Ronahî TV, Stêrk TV û News Channel bibin mexdûr. Pirsên min ên ji Ewropayê re pir zelal û hêsan in. Gelo li jêr van pirsan, ev her sê televîzyon hatine agahdarkirin? Gelo hûn dikarin çi bikin?

‘EM Ê QÎMA XWE BI FIKARBÛNÊ NEYNÎN’

Wezîrê Medyayê Siven Gatz di bersîvdayina xwe de da zanîn ku ew ji bûyerê agahdar e.

Wezîr eşkere kir ku, ez li ser bûyerê disekinim û ne bi tenê ew, lijneya Îtalyan jî peywirdar e.

Wezîr Gatz, da zanîn ku, ew ê ji balyozê Tirkiyeyê re ragihîne ku ev nêzîkatî nayê qebûlkirin û wiha got:

“Ez ê ne bi tenê bibêjîm ku em bi fikar in. Ez ê bidim zanîn ku em edî bi van şêwazan hewldanên qutkirina dengê çapemeniyê qebûl nakin. Em ê vê yekê di qada karên derve, her wiha di qada federal de jî bişopînin. Ez tevlî we dibim. Em ê nehêlin ku zêdetir bi paş de bikeve.'

‘TIRKIYE DÛRÎ DEMOKRASIYÊ YE’

Parlamenterê Open Vld, Jean-Jacqûes De Gûcht, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê 178 dezgehên çapemeniyê hatine girtin, 160 rojnamevan jî di girtîgehê de ne. Herî dawîn De Gûcht got ku, di rewşa heyî de Tirkiye dûrî demokrasiya li gorî pîvanên Ewrûpayê ye.