Ji bo ku li Sûriyeyê herêma ewle were avakirin, peyman hate çêkirin

Hat diyarkirin ku di hevdîtina li Astaneyê de Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ji bo ku li Sûriyeyê herêmeke ewle were avakirin, li hev kirine.

Di hevdîtinên li ser aştiya li Sûriyeyê de ya li Astanayê ya ku paytexta Kazakistanê ye, aliyan li hev kirine ku herêmeke ewle were avakirin. Hat diyarkirin ku Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo avakirina herêma ewle li hev kirine.

Di belgeyê de tê diyarkirin ku Rûsya dixwaze li Îdlîb, li bakurê Hûmûsê û li başûrê welêt li Gûtaya Rojhilat herêmek were avakirin a ku kaosê kêmtir dike. Li derdora vê herêmê jî ji bo alî yekser şer nekin, tê pêşniyazkirin ku bila herêmên ewle werin avakirin.

Di belgeyê de tê gotin: “Garantor piştî îmzekirina peymanê ji bo kêmkirina kaosê, bêçekkirin û diyarkirina sînorên herêmên ewle wê di nava 5 rojan de koma xebatê ava bikin.”

Tê payîn ku tûra duyemîn a hevdîtinên li Astanayê di nîveka meha Tîrmehê de were kirin.

Ji xeynî vêya Ajansa Nûçeyan a Reûtersê diyar kir ku nûnerên mûxalefetê ji peymanê kêfxweş nebûne û bi hêrs qîriyane û ji salonê derketine.

Muxalefeta çekdar a Sûriyeyê, bi daxwaza ku bila hêzên hikumetê herêmên di destên mûxalîfan de ye bombe neke, duh beşdarî hevdîtinên Astanayê nebûbûn. Lê mûxalîfan biryara xwe guherandin û vê sibehê beşdarî civîna li Astanayê bûn.