HDP: Em berxwedana rûmetdar a Dersimê bi bîr tînin

Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) ji bo salvgera Qirkirina Dersimê daxuyaniyeke nivîskî da.

HDP’ê di daxuyaniyê de got: ‘’Xwe gihandina heqîqetên Terteleya Dersimê û hevrûbûna bi rastiyan re ji bo aştiya civakî şert e. Em li ber berxwedana rûmetdar a Seyid Riza û li ber bîranîna ku di Terteleya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmetdarî bejna xwe ditewînin.’’

HDP’ê bi domdarî wiha bi nav de çû:

‘’Beriya bi 80 salî îmze li binê  yek ji rûpela herî tarî ya dîroka Komarê hate danîn. 4’ê Gulana 1937’an bi biryareke bi navê ‘’Hareketa Tenkîl a Tuncelî’’ qirkirina Dersimê dest pê kir. 1938’an piştî ku tevgera qirkirinê bi encam bû di nav de zarok û jin bi 10 hezaran Kurdên Elewî hatibûn kuştin. Bi hezaran ji şûnwarê xwe hatibûn kirin û şandibûn sirgûnê, bi hezaran zarok û bi taybetî jî keç dane malbatan û ji malbatên wan hatin qutkirin.

Tundiya dewletê ya ku gelê Dersimê di salên 1937-1938’an lê rast hatî ne tundiya pêşî û ne jî ya dawî bû di dîroka vê xakê de. Gel her demê rastî li komkujî, tundî û zextên serwerên zordar hatine. Komkujiyên Çorum, Meraş, Sêwasê; zext, zordarî û komkujiyê ku Kurd di dema Komarê de û ji 1990’î vir ve dijîn, mixabin li dîroka vî welatî hate nivîsîn.

DAXWAZ

Dersimî bi dehan sal in ku heman tiştî dixwazin: Divê navê ‘Tuncelî’ ku komkujiyê destnîşan dike were rakirin û navê ‘Dersim’ê were vegerandin. Divê cihê gornên Seyid Riza û hevalên wî were hişkerekirin. Ziyana Dersimên ku 1937-1938’an hatin sirgûnkirin were dabînkirin, divê aqûbeyan keçên winda yên Dersimê ku ji malbatên wan hatin kirin û dane hine din were hişkerekirin; divê arşîsa Serekerkaniyê were vekirin…Xwegihandina heqîqetên Terteleya Dersimê û hevrûbûna bi rastiyan re ji bo aştiya civakî şert e.
Em li ber berxwedana Seyid Riza ku gotî, ‘’Ez heq ji derew û dek û dolabên we derneketim, ev ji min re bû kul û lê min li ber we jî çokên xwe nedanîn, bila ev jî ji we re bibe kul’’ û li ber bîranîna canên ku di Terteleya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane, bi hurmet bejna xwe ditewînin û wan bi hurmet bi bîr tînin.’’