HDP'ê Qirkirina Dersîmê xist rojeva Meclîsê

Parlamenterê HDP'ê Onlu, pêşiyarpirsek li ser Qirkirina Dersîmê pêşkêş kir û xwest, qirkirin ji her alî ve bê lêkolînkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, li ser Qirkirina Dersîmê pêşniyarpirsek pêşkêş kir û xwest, qirkirin ji her alî ve bê lêkolînkirin.

Onlu, li ser qirkirinê agahî da û ev pirs li Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim kir:

"Di Qirkirina Dersîmê ya navbera salên 1937-38'an de çiqas welatiyên me hatine kuştin?

Di Qirkirina 1937-38'an de yên bi zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin kî ne, bi ku ve hatine şandin, çiqas ji wan vegeriyane û çiqas li cihê hatine sirgûnirin man e?

Agahiyên li ser nasnameya 'Keçên winda yên Dersîmê', ku di Qirkirina 1937-38'an de bi zorê ji malbatên wan hatin standin û radestî malbatên Tirk hatin kirin, di arşîvên dewletê de hene? Eger hebin, hûn difikirin ku bi raya giştî re parve bikin?

Gora ji pêşengên Dersîmê Seyîd Riza, yên kur û hevalên wî li ku ne?

Ji 58 kesên bi îdîaya raperînê li Dersîmê hatin girtin, 7 jê bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Aqûbeta 51 ê mayî çi ye? Agahiyên li ser nasnameya van kesan di arşîvên dewletê de hene?

Hûn difikirin ku navê "Tûncelî" yê li Dersîmê hatiye kirin, ku qirkirinê tîne bîran Dersîmiyan biguherînin û bikin "Dersîm"? Di vî warî de karekî we heye?

Ji bo navên rastî li navçe û bajaran bên kirin, ti hewldaneke we heye?

Îhsan Sabrî Çaglayangîl di hevpeyvîneke xwe ya li medyayê de li xwe mikur hatibû ku di Qirkirina 1937-38'an de li Dersîmê gaza kîmyewî hatiye bikaranîn. Rast e ku gaza kîmyewî hatiye bikaranîn? Ev gaz li Tirkiyeyê hatiye hilberandin, ya jî ji dewleteke din hatiye peydakirin?

Pêkanînên tedîp (terbiyekirin), tenkîl (qetilkirin) û tehcîr (koçberkirin) ên di Qirkirina 1937-38'an de hatin kirin û polîtîkayên hikumeta we li Cizîr, Sûr, Silopiya, Kerboran û bajarên din ên herêmê kir, xwedî heman armancê ne?

Hûn difikirin ku belgeyên li ser Qirkirina Dersîmê yên di arşîva dewletê de ne û biryara nepenîtiyê li ser hene, bi raya giştî re parve bikin?

Tirkiye, ku aliyekî peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêşîgirtin û cezakirina sûcê qirkirinê yê li dijî mirovahiyê ye, wê Komkujiya Dersîmê weke Qirkirinê qebûl bike?"