HDP'ê Çarşema Sor pîroz kir

HDP'ê Çarşema Sor pîroz kir Carşema Sor di serî de ji bo Êzîdiyan, ji bo hemû gelan azadî, wekhevî, dad û aştiyê bîne.

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cejna Çarşema Sor a pîroz kir.

Di daxuyaniya komîsyonê de hate gotin, ''Em hêvî dikin ku cejn li şûna kîn û nefretê mizgîniya tendiristî, aştî û xwîşk û biratiyê bîne.''

Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê di daxuaniyê de bal kişande ser fermana li ser Êzîdiyan û got, ''Em bang li hemû mirovahiyê dikin ku li dijî fermanên li ser Êzîdiyan raweste û li dijî sûcên dijî mirovahiyê piştevan be. Em hêvî dikin ku li Rojhilata Navîn, di serî de Êzîdî jiyaneke azad, wekhev, dad û aştiyê bijîn, em cejna gelê dêrîn Êzîdiyan pîroz dikin.''