HDP: Desthilata AKP/MHP'ê dijminê miriyên Kurdan e jî

HDP'ê bal kişande ser Ramazan Turan li girtîgehê şehîd bûye, wesaita cenaze nedane û got, ''Desthilat dijminatiyê li miriyên Kurdan jî dike.''

Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirs Umît Dede bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir desthilata AKP-MHP'ê polîtîkaya zilm û êşkenceyê li zindanan girantir dike, cezayê îdamê yê nixumandî li ser bi hezaran girtî dibire.

Dede got, ''Rejîma Qesrê ji  7 saliyan bigire heta bi 70 saliyan gelê Kurd bi 'terorîstî' radigîne, di dijminatiya Kurdan de sînoran nasnake'' û bi bîr xist Ramazan Turan ê 70 salî ku bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' rehîn hatibû girtin li Girtîgeha Wanê şehîd bûye û bi Turan re di nav van 2 mehan de 8 cenaze ji girtîgehê derketine, li gorî daneyên ÎHD'ê hijmara girtiyên nexweş 6 caran li xwe zêde kiriye.

Dede got, ''Bi van kirinên dermirovî, derî hiqûq û aşkere sûc e, dijminatî li miriyên Kurdan jî dikin'' û bi bîr xist qeyûm wesayita cenaze nedaye, nehiştine ku cenaze li nexweşxanê were şûştin, melayê ku bang lê hatî kirin ji bo ku were ser cenaze bi hinceta ku ji Diyaneta Tirk destûr nestandiye nehatiye. Dede got, ''Ev nêzîkatî nîşaneya qelsbûnê ne, dûrketina ji mirovahiyê ye, pişaftina nirxên dînî û sincî ye.''
 
Dede herî dawî got ew ê li dijî 'vê pergala bêsinc a zilmê'' têkoşînê geş bikin û bidomînin.