HBDH'ê li Stenbol û Wanê çalakî lidar xist

Milîsên HBDH'ê ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê li Stenbol û Wanê çalakî li dar xistin.

Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê ev agahî dan:

"Milîsên me li dijî Komkujiya Parîsê ku ji aliyê dewleta faşîst û hêzên kontra yên navneteweyî ve hatiye organîzekirin çalakiyên xwe didomînin.

Em baş dizanin ku şoreşa me ya yekbûyî ne tenê bi hêzên hov ên dewleta Tirk a faşîst re rû bi rû ye. Tevahiya cîhana emperyalîst-kapîtalîst û hemû hêzên di bin sîwana NATO'yê de û hêzên paşverû, dijminên bêeman ên şoreşa me ya yekbûyî ne û di astên cuda de bi dewleta faşîst re hevkariyê dikin û di her firsendê de êrîşî hêzên me yên şoreşger dikin.

Hêzên milîs ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ev rastî gelekî baş dan zanîn. Milîsên me ji bo şermezarkirina komkujiya ku li Parîsê ji aliyê îtîfaqa navneteweyî ya dij-şoreşê ve hatiye organîzekirin, li Stenbol û Wanê rêze çalakî li dar xistin.

Şeva 2'ê Çileyê li Kadikoyê ya Stenbolê li dijî yatan me çalakiyeke sabotajê li dar xist. Wekî Milîsên HBDH'ê, di encama çalakiya ku me li dijî yatan de yên li marînaya Kadikoy/Caddebostanê, 6 yatan bi temamî hatin îmhakirin.

Di 5’ê Çile de milîsên me li Wanê li dijî 2 wesayîtan çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Ev 2 wesayîtên faşîstên AKP'ê ji aliyê mîlîsên HBDH'ê ve hatin şewitandin.

Di 6’ê Çile de dîsa li Wanê ji aliyê milîsên me ve çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. Bi şev saet di 23.00’an de Kolana Îpekyoluyê ji aliyê milîsên me ve li trafîkê hat girtin. Komkujiya Parîsê bi şewitandina lastîkan li kolanan hat protestokirin.

Em Milîtanên HBDH’ê dê faşîzma AKP-MHP’ê ya ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne, li her qadê bikin hedef. Dewleta faşîst a ku duh li Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil qetil kir, îro jî hevrê Ahmet Şoreş û Firat Neval qetil kir. Em vê çalakiyê diyarî hevrê Ahmet Şoreş û Firat Neval dikin, em careke din destnîşan dikin ku em ê hesabê hemû komkujiyan bipirsin."