Greva birçîbûnê ya bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd hatiye destpêkirin, hefteyek li pişt xwe hişt.
Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ji 12ê îlonê ve hatiye destpêkirin kete roja 68’emîn. Kurdistaniyên li bajarê Giessenê bi armanca piştgiriyê bidin girtiyan, Navenda Kurdan a Mezopotamyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Greva birçîbûnê ya li vir ji 12ê mijdarê ve berdewam dike û gelek kes tên serdanê.