Koma Dostaniya Kurdan li Parlementoya Swîsreyê peyama piştgiriya bi girtiyên siyasî û siyasetmedarên Kurd ên di greva birçîbûnê de weşand. Komê ji Meclîsa Swsîreyê xwest ku ji bo greva birçîbûnê mudaxele bike û hat ragihandin ku di rûniştina bê ya meclîsê de nameyek aşkere bikin.
Koma Dostaniya Kurdan li Parlementoya Swîsreyê daxuyaniyek der barê greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd de da û bi bîr xist ku greva birçîbûnê ji 12’yê îlonê ve dest pê kiriye û bi deh hezar girtiyan berdeam dike, ji vana rewşa 400 girtiyan krîtîk e.
Komê da zanîn ku desthilatiya AKPê piştî ku di hilbijartinên 2009 de li hemberî BDPê bin ket, di operasyona di bin navê KCK’ê de hat pêkanîn de 9 hezar Kurd hatin girtin û di nava vana de siyasetmedar, hilbijartî, rojnamevan, parêzer, rêveberê BDPê, sendîkavan, parêzvanên mafê mirovan, xwendekar û zarok hene.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev operasyonên di bin navê KCKê de bi temamî keyfîn e û hat diyarkirin ku hemû daxwazên siyasî, civakî, çandî û aborî yên Kurdan ji aliy dewleta Tirk ve tên redkirin.
Komê ku got: “Rêya aşitiya li Tirkiyeyê naskirina mafên sereke yên Kurdan û muzakereyên siyasî ye” bang li Tirkiyeyê kir ku muzakereyên bi PKKê re sala 2011 bi dawî bûn, ji nû ve bide destpêkirin.
Koma Dostaniyê nerazîbûnek tund nîşanî binpêkirinên mafan ên bi dehan sal e li hemberî gelê Kurd tê pêanîn dan û piştgirî dan girtiyên siyasî û siyasetmedarên Kurd ên di greva birçîbûnê de.
Komê ji Meclîsa Swsîreyê xwest ku ji bo greva birçîbûnê mudaxele bike. Komê da zanîn ku ew ê nameyek derbarê mijarê de ji bo îmzeya wekîlan bîne rojevê .