Girtiyên TKP/ML û MLKP’ê: Werin me bi dar ve bikin!

Girtiyên TKP/ML û MLKP’ê: Werin me bi dar ve bikin!

Girtiyên ji doza TKP/ML û MLKP yên girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Sîncanê sekn û çalakiya girtiyên siyasî ya tevgera netewî û gelê kurd ya li dijî zilm û zordariyê silav kir. girtiyan bersiv da tehdîda Erdogan ya darvekirinê û wiha got: “Werin me bi dar ve bikin. Tu hêz tune ku li ber kesên ji bo jiyanê mirinê didin ber çavan bibe asteng.”

Girtiyên çepgirên Tirkiyeyî nameyeke vekirî ji Erdogan re nivîsîn û destnîşan kirin ku divê daxwazen gelê kurd û girtiyên siyasî demildest bên cih û her wiha îlankirin ku çi dibe bila bibe dê di vê berxwedanê de cih bigirin.

Her wiha girtiyan banga li hemû demokrat, rewşenbîr, sazî û aliyan kir ku bila xwedî li çalakî û daxwazên girtiyan derkevin.Nameya ku bi hevkariya Wezareta Dadê ji serokwezîr re hatiye şandin wiha ye:

“Me bi dar ve bikin!

Hun xwe pir bi hêz dibînin!

We pişta xwe daye Ewropa û Amerîkayê, hun dibêjin pişta me li erdê nakeve. Di milekî we de leşker yê din de polîs heye. Wek bavê pwereyan daye ser milê xwe, di binê lingê we de jî gel heye û hun xeyalên padîşayê dikin.Hun ‘demokrasiya pêşketî nîşan didin û bi faşîzmê lê didin!

Serokwezîrê herî demagog yê vî welatî hun in. Xwîna Uguran, Ceylanan, Solînan, Enes û Roboskê ji nehatiye paqijkirin û hun dertên pêşberî gel û hun behsa kujerên zarokan, terorîzmê dikin.”

Hun welat bi welat, civîn bi civîn digiren, poz didin kamerayan û hun çav sorkî dibin. Hun birêz Ocalan hedef digirin û gelê kurd bi darvekirinê tehdît dikin. Hun li gorî xwe dibêjin belkî em bi kevirekî li du çûkan bixin. Hun dibêjin em dij-darbeyê ne. Lê wekê karîkatorê Evren Paşan e.

Hun pir pozbilind in!

Hun wisa pozbilind in ku, hemû kesî tune dibînin. Hun bi tank, top, banka, sêdar û zindanên xwe bawer in. Lê hun nizanin ku ji bo gelê ji vê doza mafdar ev tu wateya tune. Pêşniyara me eve ku ger hun ji cerebandinên xwe fêr nabin biçin dîrokê binêrin.

Hun dê li wir; Şêx Bedredîn, Pîr Sultan, Seyît Riza, Şêx Seîd li sêdarê bibînin. Hun dê Denîzan, Necdetan û malbatan bibînin.

Hun dê li wir: Îşkecexaneyên Amedê, Îboyan, Mazluman û çaran bibînin.

Hun dê li wir: Mahîran û şoreşgerên salên 82, 84, 96 û 2000’an yên di hucreyê de heliyan bibînin.

Hun dê li wir; jin û mêrên leheng û pakrewan bibînin.

Hun hê jî fêm nakin?