‘Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne’ - HATE NÛKIRIN

Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hat lidarxistin de bal hat kişandin li ser rewşa Mehmet Alî Çelebî û Devrîm Ayik û hat gotin, “Girtî bi mirinê re rû bi rû ne.”

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ragihand ku girtiyê nexweş Veysel Alici êdî nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û daxwaz kir ku bi awayekî lezgînî bê berdan û sewqî nexweşxaneyê bê kirin.

 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 365'an de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê ku li komeleyê hat lidarxistin de endamê înîsiyatîfê Omer Farûk Yazmaci axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Veysel Alici yê li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê girtî ye. Yazmaci, diyar kir ku Alici di sala 2012'an de hatiye girtin û darizandina wî didome û wiha got: "Di sala 2013'a de bi nexweşiya pençeşêra lenfê ketiye. Bi pençeşêrê re gelek nexweşiyên din jî li Alici peyda bûne. Diranên wî dikevin. Gelek kîlo winda kiriye û teqata canê wî nemaye."

Di berdewamê de Yazmaci, da zanîn ku tedawiya Alici tê astengkirin û xwest ku ji bo tedawiyek baş Alici demildest bê berdan.

STENBOL

Komîsyona Gîrtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, diyar kir ku tedawiya girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e tê astengkirin û bang li rayedaran kir ku Ayik were berdan.

 Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a hefteya 493’yemîn li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa Eskîşehîrê de de ye.

Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Meral Nergîs Şahîn xwend. Şahîn, qala xetereya şewba her ku diçe belav dibe û nebesiya bergiriyan kir û wiha got: “Ji ber di pêvajoya şewbê de mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin, bi mirinê re rûbirû dimînin.”

Şahîn, da zanîn ku wê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de balê bikşînin ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik û wiha berdewam kir: “Ayik ji ber nexweşiya Crohn du caran hatiye emeliyatkirin û perçeyekî roviyên wî hatiye wergirtin. Malbata Ayik a di 15’ê nîsanê de bi telefonê bi kurê xwe re diaxive wiha dibêje ‘Dema cara ewil tînin Eskîşehîrê di odeke ku kêz tê de hene û ya karantînayê ye de tê girtin, dema sewqkirinê de avê jî nadinê. Piştî kolonoskopiya di 2’yê nîsana 2021’an de bijîşkê wî dibêje nexweşiya wî girantir dibe û divê bi lezgînî were tedawîkirin. Lê ligel vê yekê jî rayedarên girtîgehê tu gav neavêtine û ji ber vê yekê jî tenduristî û jiyana wî di bin gefê de ye.’”

 Şahîn, bang li rayedaran re kir ku di serî de Ayik divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û mafên wan ên tenduristî û jiyanê were parastin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba yê mafê wî yê şertê kontrola edlî bi hin hincetan tê îhlalkirin û diyar kir ku ji rewşên neyînî yên derkevin holê rayedar berpirsyar in.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba, li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Sekreterê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Alî Aydin axivî û wiha got: “Yûsûf Akbaba di sala 1964’an li navçeya Mîdyada Mêrdînê ji dayik bûye û 56 salî ye. Cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Piştî li gelek girtîgehan dimîne niha li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê di hucreya yek kesî de tê girtin. 28 sal in di girtîgehê de ye.”

Aydin, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Akbaba, agahiyên ji malbata wî girtine ragihandin û wiha domand. “Hat hînbûn ku di dîtinê de zehmetiyê dikişine û di lingên wî birîn bûne. Heke birînên lingê wî neyên tedawî kirin dibe ku lingê wî jî were birîn. Pirsgirêkên dîtina wî jî girêdayî diyabetê ne û heke neyê tedawîkirin wê çavên wî kor bibin. Diyabet tenê nabe sedemê nexweşiyên dest, ling û çavan di heman demê de zirare dide hinavan jî. Tişta herî bi rîsk jî dibe sedemê nebesiya gurçikan. Ligel mafê wî yê şerta kontrola edlî hatiye jî bi hin hêcetan nayê berdan. Divê nexweşiya wî jî berçav were girtin û li cem malbata xwe li cihekî ku her tim bikaribe biçe nexweşxaneyê bibe. Ji hemû tiştên neyînî yên bên serê Yûsûf Akbaba rayedar berpirsyar in.”