Girtiyê siyasî Aslan: Jiyana me ewle nîne

Girtiyê siyasî Mehmet Şerîf Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê tê girtin, li malbata xwe geriya û jê re got ku jiyana wan ewle nîne.

Mehmet Şerîf Aslan ku bi Vedat Çem Erkmen ê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, di heman odeyê de dima, bal kişand ser zext û zordariya li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê.

Çem Erkmen 19'ê Kanûna 2021'an li hucreya lê dihate girtin, jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Erkmen bi fikar e ku hatiye înfazkirin. Cenazeyê wî ji aliyê polîsan ve hatibû revandin û piştre bi dorpêçiyê hatibû veşartin.

Mehmet Şerîf Aslan jî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, "Jiyana min ewle nîne."

Kekê girtiyê siyasî Rasîm Aslan diyar kir ku ew bi fikar in û got, "Birayê min sala 2011'an li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê hate girtin. Dema ku hate girtin êşkenceyeke giran lê hate kirin. Ew birin girtîgehên Çewlik, Amed û herî dawî jî Girtîgeha Tekîrdagê. Cezayê girtîgehê yê girankirî lê birîn. Çend roj berê li me geriya û got, 'Hevalê me (Vedat) xwe nekuşt. Jiyana me jî li vê girtîgehê ewle nîne. Hewl bidin min ji vê girtîgehê derxînin'. Me serî li ÎHD'ê dan. Zext li birayê min tê kirin, em ji jiyana wî bi fikar in. Em ditirsin ku tiştekî bi wî bikin. Zextên li girtîgehan gelekî giran e. Em li benda piştgiriya her kesî ne."