Gelê Kurd ji bo televîzyonên xwe daket kolanan

Di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de, Kurdên li Ewropayê xwedî li qenalên xwe yên televîzyonê derketin, ku dewleta Tirk û Eutelsat zextê li wan dikin.

Di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de, Kurdên li Ewropayê xwedî li qenalên xwe yên televîzyonê derketin, ku dewleta Tirk û Eutelsat zextê li wan dikin.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, bi wesîleya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek hate dayîn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), li ber avahiya rojnameya Allgemeîne Zeîtûngê belavoka NAV-DEM'ê xwend.

Piştre Hevseroka NCDK Hîldesheîmê Hayat Donma axivî û got, "Em dixwazin bersivekê bidin dewleta Tirk; bi taybetî Recep Tayyîp Erdogan nikare me kor û bêdeng bike! Em ê serî netewînin, heta ku em li pişt Serok Apo bin, heta ku Serok Apo li pişt me be, em ê serî netewînin."

Piştre Kurdistaniyên bi navê Baydak, Yavûz Denîz, Mûstafa Dînç û Hedî Donma axivîn, dewleta Tirk û Eutelsat şermezar kirin û gotin, ti hêz wê nikaribe dengê Kurdan bibirin.

SALZGÎTTER

Li bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê jî, Kurd xwedî li televîzyonên xwe derketin.

Li ber avahiya rojnameya Salzgîtter Zeîtûngê Sasmîra Kalkan belavoka NAV-DEM'ê xwend.

Ji Komîsyona Jinê ya Salzgîtterê Hakîme Yoûsef jî li çalakiyê axivî û destnîşan kir, bi zext û êrîşan kes nikare bi Kurdan.

Leyla Toprak jî anî ziman, Erdogan plana komkujiyeke mezin li dijî Kurdan dike û ji ber vê yekê êrîşî medya Kurd dike. Toprak got, "Divê gelê Kurd tavilê bikeve nava liv û tevgerê û li ber xwe bide."