Gardiyanan girtiyê emeliyat kirî bi erdê re kaş kir

Ji girtiyên li Girtîgeha Bunyanê ya Kayserî Haşîm Erkol ê ku mehek berê emeliyata fitiqê kiribû, di dora hevdîtinê de ji aliyê gardiyanan ve li erdê hat kaşkirin.

Girtiyê bi navê Haşîm Erkol ku 7 sal in li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, piştî hevdîtina vekirî ya bi malbata xwe re ku di 8’ê Mijdarê de kir, gardiyanan lê dan.

Haşîm Erkol, têkildarî êrîşê li ser telefonê bi dayika xwe re axivî. Dayika Erkol, Gurbet Erkol da zanîn ku kurê wê piştî hevdîtina bi birayê xwe re, dema dibirin qawîşê li erdê hatiye kaşkirin û ev agahî dan: “Kurê min Haşîm li ser telefonê got ku piştî hevdîtina vekirî ya di 8’ê Mijdarê de bi birayê xwe re, gardiyanan ew li erdê kaş kiriye û bi vî awayî birine qawîşê. Her wiha gardiyanan li qawîşê gef lê xwarine. Haşîm mehek berê ji ber fitiqê emeliyat bûbû. Em vê zilma li zarokên me tê kirin qebûl nakin.”

Erkol banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan û parêzeran kir.