DKP/BOG: Em ê armanca hevrê Sînan bi cih bînin

DKP/BOG'ê Şehîd Sînan Dersim bi bîr anî û diyar kir ku Dersim ji bo şoreşa yekbûyî û Kurdistanê kedeke mezin da û got, "Em ê armanca wî bi cih bînin."

Komîteya Navendî ya DKP/BOG'ê têkildarî şehadeta Sînan Dersim daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de ji ber şehadeta Sînan Dersim sersaxî ji KCK'ê, gelê Kurdistanê û malbata wî re hate xwestin û hate gotin, "Hevrê Sînan bi sekna xwe ya di nava refên têkoşînê de, bi dilnizmiya xwe ya li nava jiyanê û hevrêtiya xwe hevrêyekî mînak û pêşeng bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Sînan Dersim di rêxistinkirina wezîfeyên partiyê de her wiha pêvajoya birêxistinkirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî de xwedî kedeke mezin bû û hate gotin, "Li pêşberî bîranîna têkoşîna wî em careke din dixwazin bêjin; Serxistina Têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê yek ji armancên herî girîng ên hevrê Sînan bû. Erk û wezîfeya me ye ku vê armancê bi biryardarî bi cih bînin û di şexsê hevrê Sînan de hesabê hevrêyên xwe hemûyan ên hatine qetilkirin ji dijmin bipirsin."