Di rûniştina Doza Kobanê de astengiya kêfî

Di 'Doza Kobanê' de ku li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin û weke 'fêl' tê dîtin, destûr nehate dayin ku rojnamevan û temaşevan tevlî rûniştinê bibin.

Rûniştina dozê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk tê. Beriya destpêkirina rûniştinê li pêşiya kampusê liv û tevgereke zêde ya polîsan hebû.

Di dozê de rêveberên HDP'ê û siyasetmedarên Kurd di nav de 108 kes têne darizandin ku 20 ji wan girtî ne.

Tenê parêzer, parlamenter û yên negirtî têne darizandin tevlî rûniştinê hatin kirin.

Polîsan nehiştin ku rojnamevan û temaşevan beşdarî rûniştinê bibin. Ji bo vê astengiyê jî fermana serokê dadgehê weke hincet nîşan dan.

Rojnamevanan pirsa "Eger serokê dadgehê biryarê bide, hûn ê bihêlin" polîsan bersiveke nakok dan û gotin, "Biryara serokê dadgehê me eleqedar nake. Em bi biryara walîtiyê li vir in."

Parêzeran di vê mijarê de bi serokê dadgehê re hevdîtin kirin û serokê dadgehê ji rojnamevanan re gotin ku biryarekî wî ya ji bo tevlînekirina rojnamevanan, temaşevanan û xizmên girtiyan nîne.