Rêwiyekî di otobusê de li dijî rewşa li Tirkiyê û Kurdistanê îsyan kir û ev ji hêla rêwiyekî din ve hate qeydkirin. Gotinên balkêş ê rêwî ku navê wî nayê zanîn, ji hêla rêwitiyên di otobêsê de bi çepikan hate pêşwazîkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 7 sermawezê 2016, 11:09
Tirkiye ku her diçe vediguhere rejîma yek şexsî û dikeve nav çiravê, vê rewşê kir ku gel îsyan bike. Dîmeneke ku di medya civakî de hat parvekirin bû şanîdêra vê. Dema ku otobuseke tije li ser rêya xwe diçû, zilamekî navsere hêrsa xwe anî ziman û rêwiyekî dî jî ev tomar kir.
Rêwiyê ku navê wî nayê zanîn, bi van gotinan li dijî desthildatdariya AKP’ê axivî:
"Welatê me ji rojên dijwar derbas dibe. Krîza pergala emperyalîst û kapîtalîst li welatê me jî xwe nîşan dide. Hêzên fatûreya krîzê li gelê kedkar dibire, pişta xwe spartine NATO, mekîneyên şer ên navdewletî. Li welêt bêkarî her roj mezin dibe, jiyan biha bûye û hêjarî bi lez û bez mezin dibe. Ji bo muxalefeta gel a li dijî pergalê biçewisîne, destthilatdariya paşverû ya faşîst a AKP’ê leşkerên xwe yên kirêkirî dide pêş. Bi xwîn û guleyan berê xwe dide gel.
Pêvajoya ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê bi komkujiya Pirsûsê dest pê kirî, bi awayekî ku kevir li ser kevir nehêle, faşîzm êrîşê dibe ser gelan, Kurdan, çîna karkir û her kesî. Çapemeniya azad hate bêdengkirin, bi ser Rojnameya Cumhuriyetê de jî girtin. Selahattîn Demîrtaş hate girtin. Dor tê her kesî..
Ha, di van rojên wiha da, hişmendiya ku dibêje, 'marê ku bela xwe di min nede bila hezar salî bijî' bi qasî kesên ku van komkujiyan dikin, vê hovitiyê dikin, sûcdar in.
Em ên pêşverû, şoreşger, welatparêz, sosyalîst bang li gelê xwe dikin ku li dijî desthilatdariya paşverû, faşîst a AKP’ê rabin ser piyan û derkevin kuçe û kolanan.
Li dijî faşîzmê em mil bidin hev. Ji bo kedê, aştiyê û azadiyê..."
Di dîmena tomarkirî de ku ev gotin ji hêla zilamekî navsere ve têne gotin heta bi dawiyê jî ji hêla rêwiyan ve bi pêwendî tê pêşwazîkirin û ji camê li derve dinerin. Lê piştî ku axaftin diqede rêwî hemû bi hiş li çepikan dixin.