Di kongreya SP Kanton Vaudê de daxwaza berdana HDP'yiyan hat kirin

Di Kongreya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) a Kantona Vaudê de girtina wekîlên HDP’ê hate şermezarkirin û daxwaza berdana wan hat kirin.

Di kongreya awarte ya mezintirîn rêxistina duyemîn a Partiya Sosyalîst a Swîsrê Kanton Vaud (Lozan û derdora wê) de, girtina hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag û wekîlan bi tundî hate şermezarkirin.

Di kongreya bajarê Aîgle de, ku bi tevlêbûna 160 delegeyî pêk hat, ji hêla Endamê Desteya Rêveber a SP Kanton û Serokê Komîsyona Koçberan Îhsan Kurt ve, bi mebesta ku were nîqaşkirin pêşniyarnameyeke zextên li ser HDP’ê hate dayin.

Di pêşniyarnameyê de bal hate kişandin ser girtina Hevserokên HDP’ê û wekîlan û qonaxa dawî ya pergala zextê ya Tirkiyê.

Di pêşniyarnameyê de ziyareta Demîrtaş ku Hezîrana bihurî bi awayekî fermî hatibû Parlamentoya Federal a Swîsre hate bibîrxistin û behsa nehiqûqiyên li Tirkiyê ku di vê dema dawî de zêde bûne, hate kirin.

Di pêşniyarnameyê de hate gotin, girtin hevserok û wekîlên HDP’ê weke darbeyeke li dewleta hiqûqê hate nirxandin û her wiha bal hate kişandin ser wê ku Serokkomarê Tirk Erodgan di nav çarçoweya rejîma totalîter de li ser hemû birên civakê yê muxalîf polîtîkaya tundiyê û çewisandinê her roj zêdetir dike. 

Di pêşniyarnameyê de hate gotin, girtina wekîlên HDP’ê û di dema dawî de nîqaşa li ser îdamê binpêkirinên mafên mirovan û azadiyan e û ti caran nikarin werin qebûlkirin û wiha hate gotin, ‘’Hemû tiştên ku li Tirkiyê têne jiyîn, têne wê wateyê ku divê Tirkiye ji Konseya Ewropa were îhraçkirin’’

Pêşniyarnameya ku bi mebesta ji Parlamentoya Federal a Swîsreyê re were şandin û bi dengên hemû delegeyan hate qebûlkirin ji hikûmeta federal ev tişt hatin daxwazkirin:

‘’Hikûmeta Swîsre divê demildest daxwaza azadkirina wekîlên HDP’ê bike.

Hikûmeta Swîsre  ji bo ku çavdêrên serbixwe yên navnetewî  were qebûlkirin, ku Raportorên Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî daxwaz kiribûn, divê kêferatê bike.

Swîsre divê peywirê bide rayedarekî ast bilin ku biçe Tirkiyê di mijarên sûcê şer, binpêkirina mafê mirovan û rakirina destlênedanê ya hikûmeta Tirkiyê lêkolîn bike.

Hikûmeta Swîsre û îstîxbarata wê, divê têkiliyên xwe bi serwîsa îstîxbarata Tirkiyê re bibire.

Firotina malzemeyên leşkerî, çek û teknolojiyê ya ji Swîsre bo Tirkiyê were rawestandin.

Hikûmeta Swîsre di rêyên dîplomatîk ji bo serbestberdana Demîrtaş û Yuksekdag û wekîlan xebatan bike.

Ji hêla dî ve jî rojên bihurî navenda giştî ya SP’yê jî têkildarî mijarê daxuyanî dabû û bang li Hikûmeta Swîsreyê kiribû ku were ser peywirê.