Deriyê ÇHD’ê jî hat mohrkirin!
Xebatên Komaleya Hiqûqnasên Nûjen (ÇHD) jî ji hêla Wezareta Karên Hundir li gel 370 komaleyan hat rawestandin.
Xebatên Komaleya Hiqûqnasên Nûjen (ÇHD) jî ji hêla Wezareta Karên Hundir li gel 370 komaleyan hat rawestandin.
Polîs û rayedarên dewleta Tirk deriyê Navenda Giştî ya ÇHD (Çagdaş Hûkûkçûlar Dernegî) jî mohr kirin. Di mohrê de îfadeyên mîna heta 3 mehan xebatên komaleyê hatine rawestandin cih digre.
Ji hêla ÇHD’ê jî daxuyaniya, “Bi biryara Wezareta Karên Hundir rawestandina xebatên Komaleya me hatiye girtin. Em biryarê nas nakin! Em ê serî li ber faşîzmê netewînin” hat dayîn.
Wezareta Karên Hundir dabû xuyakirin ku di çarçoveya Qanûna Rewşa Awarte de xebatên 370 komaleyên li 39 bajaran dide rawestandin.